5:20:18 PM
RojavaNews: Komisyona Bilind a Karûbrên Penaberan UNHCR dibêje 86% ji penaberên Sûriyê ku li Urdonê dimînin di bin xêza hejariyê de dijîn, ku bêtirî 90 % ji penaberan li derveyî kampan dimînin.
Herwiha berpirsa pêwendiyên derve yê wê rêxistinê,Hêlîn Dubleker, ragihand ku piştevaniya abûrî ji wan re gelekî kêm e û têra alîkarîkirina penaberan nake, ku alîkariya heyî jî tenê beşekî biçûk ji pêdiviyan dabîn dike.
Tê zanîn ku bêtirî milyonek û 600 hezar penaberên Sûriyê, ku piraniya wa jin û zarok in, li Urdonê dimînin û piraniya wan jî navên xwe weke penaber tomar nekirine