Print this page

Balafirên Rûsî 150 êrîş di rojekê de pêk anîn

Rojava News: Duh, tora Şehba ragihand ku balfirên rêjîma Esed bi piştevaniya balafirên Rûsî 150 êrîşên esmanî li gundewarê rojhilatê Helebê encam dan

Li gorî heman jêderî ku ew êrîş li derdora Eltamora û Endan bûn, herweha balafirên Rûsî bi rokêtan Til Rifet , Heyan , Kefer Hemra û Şêx Hilal bombebaran kirin û di encam de gelek welatiyên sivîl birîndar bûn.

Herweha di encama wan êrîşan de gelek mal hatin rûxandin û hejmarek zêde ji welatiyên deverî berê xwe dan sînorê Tirkiyê.

10:53:16 AM