Print this page

Obama û Putin der barê Sûriyeye de axivîn

Rojava News: Serokê DYAyê Obama û Serokê Dewleta Rûsyayê Putîn li ser mijara Sûriyeyê axivîn.

Serokê DYAyê Barack Obama û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn li ser telefonê der barê Sûriye û Ukraynayê de axivîn.

Li gor daxuyaniya Navenda Çapemeniya Kremlînê Obama û Putîn li ser peymana ku piştî civîna Munixê ya Koma Piştgiriya Sûriyeyê ya Navneteweyî derket û dibêje ku bila tundî û dorpeçkirin raweste, axivîn.

Obama û Putîn gotin ku ji bo ku peyman bikeve rewacê divê di navbera wezîrên karên derve yên herdu welatan de hevkarî zêdetir bibe.

Di axaftinê de Putîn ji Obama re car dîn teklîf kir ku di tekoşîna li hember terorê de eniyeke hevpar bila çêbibe û divê wezareta parastinê ya DYA û Rûsyayê hevkariyê bike.

Ji bilî mijara Sûriyeyê herdu serok der barê Ukraynayê de jî axivîn.