Print this page

Rûsiya bi dijwarî li Tedmûrê dide

Rojava News: Rewangeha Sûriyê ya mafên Mirovan ragihand ku balafirên Rûsî bi tundî li Tedmûrê didin.

Li gorî rewangehê ku ji sibeha Îro ve balafirên Rûsî 34 êrîş bir ser bajarê Dîrokê Tedmûr yê bi ser parêzgeha Himsê ve, û di derbarî ziyanan de,  ta niha ti agahiyên zelal nehatine ragihandin.

Di heman mijarê de, heman balafiran devra Elristen ya bi ser Himsê ve bi tundî topbaran kir û di encam de hejmarek kesên sivîl hatin kuştin.

11:04:17 AM