Print this page

Holenda bo cara yekem li DAIŞê li Sûriyê da

Rojava News: Balafirên Holendî ji cura F-16 bo cara yekem li pêgehên DAIŞê li Sûriyê dane.

Wezareta Bergriya Holendaiyê di raportekê de ragihandin, ku balafirên F-16 derdora, 10 êrîş li Îraq û rojhilatê Sûriyê pêk anîne.

Tê zanîn ku ji dema beşdarîbûna Holenda di hezên Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê li Îraq û Sûriyê, ev yekem care ku Holende êrîş li Sûriyê encam dan, ew jî li ser daxwaza Amerîka û Frensayê bû.  

10:49:57 AM