Print this page

Ji destpêka vê heftîyê ve Siûdiyê beşdarî di şerê lidijî DAIŞê de li Sûriyê dibe

Rojava News: Berdevkê Pintagonê ragehand:" Erebistana Siûdî jî beşdarî di bombebarana çekdarên DAIŞê dike û di destpêka vê heftîyê de despê kiriye".

Wezîrê Berevaniya Emerîkayê, Aşton Carter pêşwazî li pêngava Siûdî kir û wek  pêşketinekî  Erênî nirxand.

Berdevkê wezareta berevaniyê Amerîkayê Peter Cook ragehand: Ji destpêka vê heftîyê ve Erebistana Siûdî  di çarçoveya Hevpeyamanîya Navdewletî de li dijî DAIŞê  bi serokatîya Emerîka de beşdarî di bombebarana ser Sûriyê kiriye.

Wezareta Berevanîya Amerîkayê ti zanyarîyên zêdetir nedan li ser dem û cihê bombebarana Erebistan Siûdî.

12:21:44 PM