Print this page

Rûsya: Bêyî razîbûna rêjîmê û NY Herêma aram ava nabe

 5:00:17 PM

RojavaNews: Wezareta Derve ya Rûsya di derbarê daxwazên Tirkiyê bi avakirina herêmeke aram li Kurdistana Sûriyê, ku ji Ezazê heya Cerabslusê dirêj dike, ragihand ku bêyî rêjîm û Netewên Yekgirtî tiştek çênabe.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsya, Gînadî Gatîlov, îro Roja Çarşemê, ragihand ku  avakirina herêmeke li dijî firînê an jî herêmeke aram li Sûriyê an jî Kurdistana Sûriyê, bêyî razîbûna Rêjîmê û NY çênabe.

Berya niha jî Şêwirmenda Alman, Angela Merkil, ragihandibû ku di rewşa niha de avakirina herêmeke aram li Sûriyê wê tiştekî baş be.

Tirkiyê jî li ser zimanê Cîgirê Serokwezîrê xwe, Yalçîn Akdogan, ragihandibû ku Tirkiyê dixwaze bi 10 km derbasî hindir Sûriyê bibe, ku Ezaz jî di nav de be, û li wir herêmeke aram çêbike.