Print this page

Konvoyê alîkariyê gihan heremê dorpeçkirî!

Rojava News: Konvoyên alikariyê yê  Neteweyên Yekbûyî, gihan 4 heremê dibin dorpeça rejimê û dijbereya Sûriyê ku ew demeke dirêje ruberuyî birçîbûnê bûne.

Alîkariya maddî ji deverê nêzîkî Şamê ku dibin destê dijberên rêjîmê  û hêzên rejimê de ye Muadhami û Foah û Kefrayê hatiye rêkirin.

Tê çawerêkirin ku ji Zebedanî re  jî alikarî were rêkirin.

Kemyonên alîkariyê ji bo 60 hezar mirovî xwarin û pêdiviyê jiyanê û herweha derman gihandine deverê.

Neteweyên Yekbûyî got li herêmên di bin dorpêçkirina Sûriyê û dijbereyê de nêzîkî , nîv milyon kes dijîn.

Hate ragihandin ku pêdiviya sotemenî jib o elektrîkê heye.

Kesên ku li deverê jiyandikin gotin  pêwîstîyên niştecîhên ji sotemeniya dîzel de vekişiyaye ji bo hilberîna elektrîkê.