Print this page

Girûpa rawestandina şer li Sûriyê li Jenevê dicive

4:34:55 PM

RojavaNews: Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsya, Gînadî Gatîlov, eşkere kir ku roja Îna bê, girûpa rawestandina şer li Sûriyê a bi ser girûpa piştevaniya Sûriyê ve, li Jnevê dicive.

Gatîlov tekez kir ku wê di civînê de her yek ji Amerîka, Rûsya û welatin din ên Girûpa Piştevaniya Sûriyê beşdar bibin, ku têde diplomasî û fermandarên leşkerî ji welatên beşdar, beşdar dibin.

Gatîlov diyar kir ku girûpa Piştevaniya Sûriyê, 2 girûp avakiribûn, ku yek taybet bi karûbarê mirovî bû ya diwê jî taybet bi rawestandina şer bû.

Gatîlov got ku girûpa karûbarên mirovî, duh roja Çarşemê civiyabû û îro jî dicive, ku behsa dayîna hesankariyê di şandina alîkariyên mirovî de ji bo deverên dorpêçkirî dike.