RojavaNews: Fermandarê Fîloya rûsî li Deryaya Reş, Admiral Aleksander Vîkto, ragihand ku duh Roja Çarşemê gemiyeke rokêtan a rûsî giha Keştîgeha Tertûsê ya Sûriyê.
Herwiha fermandarê navbûrî tekez kir ku gemiya bi navê Zîliyonî Dol ji bo erkên jê hatiye xwestin, gihaye Keştîgeha Tertûsê.
Berya niha jî rêveberê ragihandinê yê Fîloya rûsî di Deryaya Reş de, eşkere kiribû ku ew gemî ya rokêtên biçûk û ya paqijkirina mayînên deryayê ji roja şemiya bûrî ve berê xwe da bû Tertûsê.