Print this page

De Mistura: Despêkirina Jenev 3 di 25 mehê de, ne bijardeyeke riyalîst e

4:28:43 PM

RojavaNews: Rojnameyeke Siwêdê ” Sevînska Dag Bladet “ dibêje ku Şanderê Navdewletî ji bo Sûriyê, Stîvan De Mistura, eşkere kiriye ku despêkirina Jenev 3 di vê demê de ne bijardeyeke stratîjî ye.

Herwiha rojnameyê da zanîn ku De Mistura gotiye ew dixwazin aliyên pêwendîdar ji bo despêkirina gotûbêjan vexwenîn, lê di vê rewşa niha de, ew yek ne riyalîst e.

Herwiha De Mistura dibêje ji bo serkeftina Jenev 3, divê alîkariyên mirovî berdewam derbasî deverên dorpêçkirî bibin û agirbest jî were ragihandin.