4:31:59 PM
RojavaNews: Nûnerê Rûsya di Netewên yekgirtî de dibêje daxuyaniyên Esed ên vê dawiyê li dijî hewlên welatê wî ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê ne.
Nûnerê Rûsya, Vîtalî Çurkîn, duh li New Yorkê ragihand ku daxuyaniya Esed ku ew dixwaze tevahiya erdê Sûriyê kontrol bike, li dijî hewlên Rûsya yên diplomasî ye.
Çurkîn tekez kir ku divê Esed guh bide pêşinyarên Rûsya di derbarê çareserkirina kirîza Sûriyê de û got ku Amerîka jî helwesta xwe di derbarê Esed de nermtir kiriye.