Print this page

Nûnerê Tirkiyê li NY: Bêyî Encûmena Ewlekariyê û Hevpeymaniya Navdewletî çi destêwerdanek di Sûriyê de çênabe

3:36:41 PM

RojavaNews: Nûnerê Tirkiyê li NY, Yeşar Çewîk, ragihand ku bêyî Encûmena Ewlekariyê anjî Hevpeymaniya Navdewletî welatê wî çi destêwerdanekê di Sûriyê de nake.

Çewîk eşkere kir ku bêyî NY anjî Hevpeymaniya Navdewletî, ku welatê wî têde endam e, ti hêzeke bejayî ya wî welatî derbasî Sûriyê nabe.

Çewîk, di kongreyeke rojnamevanî de li New Yorkê, tekez kir ku welatê wî dixwaze kirîza Sûriyê bi aştiyane çareser bibe û got lê eger em rastî êrîşekê ji aliyê Sûriyê ve werin ,em ê bersivê bidin û ewlekariya xwe ya netewî jî biparêzin.