3:52:23 PM
RojavaNews: Ajansa TAS a rûsî ragihand ku îro Roja Şemiyê, Girûpa Piştevaniya Sûriyê li ser asta pisporan li Jenevê dicive.
Duh jî berpirsên amerîkî û rûsî di derbarê agirbesta li Sûriyê civiyabûn, ku biryar bû ew agirbest di vê hefteyê de biketiba warê bicîkirin, lê hîn jî ew yek pêk nehatiye, ku ji ber vê jî Di Mistura ragihandibû ku despêkirina Jenev3 di 25ê vê mehê de ne riyalîst e.
Tê zanîn ku di 11ê vê mehê de, wezîrê derve yên Girûpa Piştevaniya Sûriyê li Miyûnixê civiyabûn li têde lihevkirinek derbarê ragihandina agirbestê û derbaskirina alîkariyan ji bo deverên dorpêçkirî û despêkirina proseya siyasî, hatibû ragihandin.