Print this page

Şam: Li bajarokê Seyîd Zeyneb 3ê teqîn: 83 mirî 178 birîndar!

Rojava News: Li bajarokê Seyîd Zeyneb di encama 3ê teqînan de 83 kesî jiyana xwe ji dest dan û 178 kes jî birîndarbûn.

Li gorî ajansa Sana doh di saetên piştî nîvro de kamyoneke mezin a bombebarkirî kolana dibistanê a nêzî nexweşaneya El-Sedir a bajarokê Seyîd Zeyneb a girêdayî paytexta Sûriyê Şamê kire ermanc..

Piştî 10 xulekêdin, dema ku şêniyên bajarokê Seyîd Zeyneb komdibin û dixwazin birîndaran rakin 2 terorîstê xwekuj xwe bi gel de teqandin û di encama her 3ê teqînan de 83 kesan jiyana xwe ji destdan û 178 kes birîndarbûn. Di nava wan de jin û zarok jî gelekin.

Kesên ku birînên wan giranin gelekin herweha ziyanên maddî jî mezinin.

Li gorî ajansa Sana rêxistina terorîstî DAIŞ`ê ev teqîn girtine ser xwe.

09:53:34