Rojava News: Artêşa Sûriyê li ser pêşketinên xwe li parêzgeha Helebê berdewam e û 40 gund ji destê rêxistina DAIŞê derxistin. Li gor agahiyan Artêşa Sûriyê bi wan pêşketinan nêzîkî sînorê Tirkiyê bûye.
Şer û pevçûn li parêzgeha Helebê û bi taybet li bakur û rojhilatê wê parêzgehê berdewam in. Artêşa Sûriyê piştî ku çend roj berî niha li bakurê Helebê li çend cihan ber bi pêşve çûn û çend gund ji destê Eniya El-Nusra û komên din ên çekdarî yên Dijbereyê derxistin, niha ji aliyê rojhilatê Helebê ve jî dest bi êrişek berfireh li dijî DAIŞê kir.
Artêşa Sûriyê di êrişên xwe yên dohî de bi piştgîriya balafirên şer ên Rûsya bi awayeke bilez ber bi pêşve çû û li gor zanyariyan 40 gundên di bin desthilata rêxistina DAIŞê de kontrol kirin.
Bi pêşveçûnên doh, Artêşa Sûriyê pirr nêzîkî sînorê Tirkiyê bûye û tenê 25 km ji sînorê wî welatî dûr e.
Televizyona fermî ya Hikûmeta Sûriyê jî bi ragihandina serkevtinên hêzên hikûmetê li rojhilatê Helebê, da xuyakirin, ku hêzên artêşê di operasyona dohi de karîne navendeke berhemanîna kehrebayê (elektirîkê) li rojhilatê bajarê Helebê ji destê çekdarên DAIŞê derxînin û bi tevahî vê navendê kontrol bikin.
Ev nevenda kehrebayê, mezintirîn navenda berhemanîna kehrebayê li seranserê Sûriyê ye û cihekî stratejîk e. Herwiha hat ragihandin, ku hêzên Hikûmeta Sûriyê heya nêzîkî balafirxaneya leşkerî ya Kuyres pêşve çûne.