4:25:16 PM
RojavaNews: Serokê Desteya Bilind a Gotûbêjan a Opozisyona Sûriyê, Riyad Hicab, ragihand ku desteya wan îro Roja Duşemê li Riyadê, di derbarê agirbesta bi rêjîmê re, dicive, ku Jenev 3ê dîsa despê bike, ku biryar e di 25 vê mehê de were lidar xistin.
Hicab tekez kir ku desteya wan wê bi welatên rojava re jî, di derbarê garantiyên serkeftina agirbestê bicive, lê navên wan eşkere nekirin.
Berya wê jî Hicab bi aliyên girûpên opozisyonê yên çekdar re civiyabû ku têde hatibû ku divê agirbest bi garantiyên navdewletî be û Rêjîm û Rûsya bombebaranê rawestînin.
Nûnerê Ceyş El-Îslam, Mihemed Elûş, jî ji aliyê xwe ve got ku agirbest tenê gaveke demkî ye û îdîa kir ku gefên Tirkiyê û Siûdiyê bi destêwerdana bejayî, bûne sedem ku DAIŞê 25 gundan radestî rêjîmê bike.