4:28:41 PM
RojavaNews: Ajansa Nûçeyan a Fransî, ragihand ku hejmara qurbaniyên teqîna Sit Zênebê li başûrê Şamê giha 120 kesan û tê pêşbênîkirin ku hejmar bilintir bibe.
Herwiha rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, ragihand ku hejmara herdu teqînên Hemsê û Şamê gihaya 184 kesan ,ku 120 yên teqîna Sit Zênebê ne û piraniya wan jî jin û zarok in, herwiha li Taxa Zehra, ku nişteciyên wê ji pêkhateya Elewî ne, jî giha 64 qurbaniyan ku piraniya wan jî jin û zarok in, ku di nava wan de 19 çekdarên rêjîmê hene.
Wezareta Derve ya Rûsya jî, herdu teqîn şermezar kir û got ku armanc ji wan teqînan ew e ku hewlên diplomasî ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê û hewlên agirbestê, têk bidin.