Print this page

Şerûpevçûnê li bakurê gundewarê Helebê berdewam in

5:53:39 PM

RojavaNews: Topxaneya Tirkiyê berdewam navendên YPG li gundewarê Ezazê topbaran dike, ku li gorî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, topxaneya Tirkiyê çend deverên bin kontrola YPG de topbaran kirine.

Rewangehê da zanîn ku topxaneya Tirkiyê her yek ji Til-Rifatê û gundê Minixê armac kirine, ku rêjîma Sûriyê jî bermîlên teqîner berdan ser herdu bajarokên Heyan û Enedanê, ku hîn di bin kontrola opozisyonê de ye.

Herwiha rewangehê tekez kir ku balafirên rêjîmê çend êrîşên esmanî li dijî çekdarên opozisyonê li Enedanê û derdora Til-Misêbînê yên bakurê gundewarê Helebê pêk anîne.

Herwiha şûerpevçûn di navbera rêjîmê û milîsên wê li aliyekî û çekdarên opozisyonê li aliyekî din de li gundê Başgoy yê nêzîkî Hirêtanê, berdewam in.