5:02:12 PM
RojavaNews: Îro Roja Sêşemê, Rêjîma Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand ku ew lihevkirina di navbera Amerîka û Rûsya de di derbarê agirbestê de, qebûl dike.
Wezareta Derve ya Rêjîmê di daxuyaniya de got ew wê agirbestê qebûl dikin û ew ê şerê li dijî DAIŞê û Nusre berdewam bikin.
Ji aliyê xwe ve, gelek welatên weke Almanya, Çîn, Tirkiye û welatên din jî pêşwaziya ragihandina agirbestê li Sûriyê kirin, ku li gorî lihevkirina Amerîka û Rûsya, agirbest roja Şemiyê dikeve warê bicîkirinê, ku NY jî pêşwaziyaê wê lihevkirinê kiribû.