Print this page

Rûsya navendeke çavdêriya agirbestê li bingeha Himêmîmê çêdike

5:14:34 PM 

RojavaNews: Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Rûsya, Îgor Konaşîkov, ragihand ku Rûsya navendeke hevrêziyê ji bo çavdêriya agirbestê li Sûriyê li bingeha Himêmîm a li Laziqiyê çêkiriye.

Herwiha navbûrî tekez kir ku çêkirina wê navendê li gorî lihevkirina di navbera Amerîka û Rûsyê de, di derbarê agirbestê de li Sûriyê, ye.

Herwiha wê xeteke germ ji bo herdu aliyên opozisyon û rêjîmê hebe ku li kuderê biryara agirbestê neyê bicî kirin, da ku herdu aliyên Amerîka û Rûsya agahdar bibin.