6:20:47 PM
RojavaNews: Duh roja Sêşemê balafirên rûsî êrîşî bajarokê Dûme li gundewarê Şamê kirin, di dema ku şanda NY û xaça sor alîkariyên mirovî li rojhilatê Xûte belav dikirin, ku15 otombîlên alîkariyê gihane Kefer Betne ku 9 ji wan pêtiviyên rojane bûn û 6 ên din jî yên bijîşkî bûn.
Ji aliyekî din ve di şerupevçûnên di navbera çekdarên Opozisyonê û rêjîma Sûriyê de li bajarokê Dareya , 6 çekdarên Rêjîmê hatin kuştin, û otombîleke leşkerî jî têkbirin .