Print this page

Li Îdlibê balafirên Rûsî bi dijwarî êrîş kir

Rojava News: Balafirên Rûsî êrîşî bajarokê Erîha li gundewarên Îdlibê kir ku di encam de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan û 20 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, ku ew êrîş li bazara wî bajarokî hate encamdan ku gelek xelek li wê bazarê jî kom bibûn, 8 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan birîndar bûn ku di nava wan jin û zarok jî hene û rewşa geleke ji wan xirab e.

Herweha heman balfiran, bajarokê Herbenoş li gundewarên bakurê bajêr topbaran kirin ku di encam de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan  û bi dehan birîndar bûn.