Print this page

Serokê berê yê istxbarata CIA dibêje ne Îraq û ne jî Sûriye mane

6:03:49 PM

RojavaNews:Serokê berê yê dezgeha istêxbarata Amerîka CIA, Maykil Haydin, ragihand ku peymanên piştî şerê cîhanê yê diwê hatine girêdan, ber bi têkçûnê ve diçin û wê sînorê hin welatan li Rojhilata Navîn werin guhertin.

Herwiha Haydin tekez kir ku sînorê ku sayks pîko ji welatên navçeyên re danîbûn, têk diçin, û niha ne Sûriyê û ne jî Îraq weke dewlet mane û ne jî weke berê vedigerin.

Gelek raportên navdewletî û navendên lêkolînan behsa wê yekê dikin ku şerê li navçeyê tê kirin wê sînorê welatan biguhrîne û welatên nû jî wê werin avakirin, ku hinek ji wan dibêjin wê deleteke kurdî jî were avakirin