Print this page

Helebê.. ji ber bombebarana balafirên Rûsî, malbatek Şewitî

Rojava News: Duh ji sibehê ve ta êvarî, balafirên Rûsî bi dijwarî gundewarê rojavayê Helebê bombeberan kirin.

Li gorî agahiyan, ji ber wê bombebarana tund ya bi ser Daret Îzê ve, û di dema ku malbatek hewil dide ku ji wê deverê birev e , rastî êrîşên balafiran hat ku di encamê de ew malabat ku ji 3 kesan ve pêk dihat bi tememî li gel otombîla wan hatin şewtandin.

Tê zanîn ku ji ber êrîşên Rûsî ser Daret Îzê ya bi ser gundewarê rojavayê Helebê ve gelek kesên sivîl kuştî û brîndar ketin, herweha ziyanên madî mezin gihan avahiyan.

10:42:49 AM