3:54:53 PM
RojavaNews: Rojnameya El-Şerq El-Ewset di raporeke xwe de eşkere kir ku berpirsekî Amerîkî di Koşka Spî de ragihandiye ku niha gotûbêj li ser pilanên din tên kirin eger Agirbesta li Sûriyê bisernekevin.
Herwiha rapor dibêje di nava wan pilanan de, zêdekirina rêjeya hêzên amerîkî li ser erdê, an jî avakirina Herêmeke dijî firînê an jî Herêmeke aram, herwiha pilanên din weke zêdekirina alîkariyan ji hêzên li ser erdê û standina alîkariyan ji welatên din ji bo piştevaniya hêzên li ser erdê.
Raporê tekez kir ku serokê Amerîka Barak Obama, pilana B gotûbêj kir, ku agurbest li Sûriyê bisernekeve, da ku pilanên wan amade bin.