Print this page

Rusya bi 70 balafirên sîxûrî çavderiya agirbestê dike!

Rojava News: Artêşa Rûsî ragihand ku agirbesta Sûriyê bi 70 balafirên sîxûrî çavderî  dikin.

Fermandarê Baregeha hemahengî ya Rûsyayê li bajarê Sûrî Hmeimimê Sergey Kuralenko daxuyand ku; “Hewlê birêvebirina agirbesta li Sûriyê 24 demjimêra bê navber bi rêya 70 nalafirên sîxurî didome”

Li gorî hemen daxuyaniyê; Ji bo egera destpêkirina êrîşan,  navende ke danezanî organize kirine, û hemû ragihandina Sûrî jî ji wê navêndê sûd digrê, herweha Kurelenko got; ji 24ê reşemehê ve navenda me bi hemû dezgehê ragihandinê re bi reya 169 maîlî di pêwendî de ye û 42 ji wan maîla jî yê kesên erkdarê heremî ne.

Kuralenko got; “Em bangewaziyê alîkariyê piştguh nakin, ji daxwazên alîkariyê  yekser 23ê  hatin cîbecîkirin, 48 jê hîna di pêvajoya biryardanê de ne, 98 jî ji bo dezgehê hukumeta Sûriyê hatin hinardin”

11:23:37

Şanaz Emin