Print this page

Li Hemayê êrîş: 25 çekdarên DAİŞ û 6 leşkerên rejîmê hatin kuştin

Rojava News: Çekdarên rêxistina terorîstî DAIŞ’ê êrîşî Hamayê kirin. Di encama şerê derketiye de, 2 kesên sivîl jiyana xwe ji destdan,  25  çekdarê DAİŞ û 6 leşkerên rejîmê jî hatin kuştin.

Hat zanîn çekdarên  DAIŞ’ê êrîşî nuqteya leşkerên rejîmê ya li bejahiya rojhilatê Hamayê kirin. Di êrîşa bi 7 êrîşkarên xwekujî dee, 2 sivîlan jiyan xwe ji dest dan, 6 leşkerên rejîmê mirin.

Li gorî hin malperên nêzîkî rejima Sûriyê; Di şerê piştî wê êrîşê li deverê şer û pevçûn gurr bûn û di encamê de 25 çekdarên  DAIŞ’ê hatin kuştin,  Gundê Tabya jî kete bin kontrola DAIŞ’ê.