4:35:22 PM
RojavaNews: Berdevkê Ofîsa hevrêziyê ya karûbarên mirovî li NY, Yens Layrîkî, ragihand ku wê di çend rojên bêde NY dest bi gihandina alîkariyan ji bo deverên dorpêçkirî bike, ku biryar e alîkarî bigihin 154 hezar kes.
Larîkî,, di kongreyeke rojnamevanî îro Roja Duşemê, got ku divê hemu aliyên pêwendîdar dorpêçê li ser deverên dorpêçkirî rakin, û tekez kir ku wê di wan 4 mehên despêka Îsla de alîkarî bigihin 1.7 milyon kesên dorpêçkirî.
Larîkî da zanîn ku ew hîn li benda aliyên pêwendîdar in ku rê ji gihandina alîkariyan ji bo deverên dorpêçkirî ve were vekirin, ku wê îro alîkarî bigihin Mehdemiyê, û Roja Çarşemê jî alîarî digihin Zebedanî, Medaya, foha, Kifreya, herwiha biryar e ku Roja Îna bê jî alîkarî bigihin Kefer Betna.