Print this page

NATOkeştiyên çavdêriyê şandin Deryaya Îce

4:37:24 PM

RojavaNews: Berpirsekî NATOyê, îro Roja Duşemê, eşkere kir ku 4 keştiyên çavdêriya Deryaya Îce ji bo rêgirtina derbasbûna penaberan ji Tirkiyê ber bi Yûnanistanê, şandine Deryaya Îce.

Li gorî wê berpirsî jî, fîloya NATOyê şandiye, ji 4 keştiyan pêk tê ku bi serpereştiya Almanya ye, herwiha her yek ji Keneda, Tirkiye û Yûnanstanê pêk tê.

Di 11ê vê mehê de, NATOyê di civîeke xwe li Brukselê, biryara standibû ku ji bo çavêdriya Deryaya Îce, wê keştiyên çavdêriyê bişînin da ku rê li ber derbasbûna penaberan bi Yûnanostanê bigirin.