5:43:54 PM
RojavaNews: Cîgirê wezîrê derve yê Rûsya, Sêrgî Riyabkov, îro Roja Duşemê, ragihand ku eger aliyên Sûrî ku di Jenev 3 de ketine gotûbêjan lihev bikin, egera avakirina Sûriyê weke Komareke Fedral heye.
Herwiha Riyabkov, di kongreyeke rojnamevanî de, eşkere kir ku hîn şêweya Sûriyaya pêşerojê zelal nebûye, ku egerên sîstema Fedralî hene yan na.
Riyabkov got ku kengî aliyên Sûrî li ser pirsa sîstema Fedraliyê lihev bikin, wê hingê kes nikare li hember wê yekê bisekine, û eger sîstemeke din ji bilî Fedraliyê were daxwazkirin, ew ne pirsgirêk e, lê bi merca ku ji derve ve neyê ferzkirin û ji encamên gotûbêjên Jenev3 bin.