Rojava News: Ajansa xwarinê ya Neteweyên Yekbûyî doh 2016-03-02 Duşemê ragihand ku bi awayekî neçaverkirî bersîva banga wê ya kempeyna alîkarîya mirovahî bo Sûrîyê hatiye dayîn û di demeke nêzîk de gîhandina xwarinê bo penaberên Sûrî wê berdewam bike.
Ajansa Xwarinê ya Cîhanî (WHO) got, soza alîkarîya diravî ya bi nirxê $675 mîlyon dolaran wê bilêle ku alîlarîya xwarinê ji penaberên li Urdun, Lubnan. Îraq û Misirê, ji Adarê heta dawîya salê bêne kirin.
Dîreoktora Rêvebir ya WHO Ertharin Cousin got bi desteka nû ewê bikaribin pêdivîyên 1.8 mîlyon penaberên li dervayê Sûrîyê û 4.5 mîlyon Sûrî yên nav welêt bi temamî peyda bikin.
10:46:20