Print this page

Holanda 10 penaberên Sûrî bi tuhmeta tawanên şer digire

5:00:27 PM

RojavaNews: Holanda ragihand ku polîsên wê 30 penaberên ku di sala bûrî de gihabûn wî welatî, bi tuhmeta pêkanîna tawanên şer, girtine û di nava wan de 10 ên Sûrî hene.

Li gorî daxuyaniya Wezîrê Dewletê yê Holanda, Klas Dejkov, ku ew berpirsê wê dosyeyê ye, ragihand ku heya niha lêpirsîn bi 170 penaberan re hatiye kirin.

Herwiha Dejkov eşkere kir ku di anva wan penaberan de, 10 ên sûrî jî hene, û yên din jî ji Erîtîriya, Nêcîriya, Sûdan û Corciya ne.

Sala berê jî dîsa Holanda, 50 penaber bi tuhmeta pkanîn tawanên şer, girtibûn