Print this page

Rêjîm li Qamişlo hilbijartinên Parlemantoyê gotûbêj dike

5:16:20 PM

RojavaNews: Îro roja Sêşemê, li Bajarê Qamişlo yê Kurdistana Sûriyê, berpirsên Partiya El-Beis sêmînarek li ser hilbijartinên Parlemantoya Sûriyê lidar xistin, ku biryar e di 13ê Nîsana bê de were lidarxistin.

Tevî ku PYD îdîa dike ku beşek mezin ji Kurdistana Sûriyê di destê wê de ye, lê hîn jî Rêjîma Sûriyê bi kar û çalakiyên xwe yên leşkerî û siyasî radibe.

Emîndarê  Yekîtiya Ciwanên Şoreşê, ku bi ser rêjîmê ve ye, Xesan Cuma, di wê sêmînarê de got ku divê xelkê deverê bêtir beşdarî hilbijartinan bin, ji ber ku li gorî wî beşdariya di hilbijartinan gaveke girîng e ji bo serweriya Sûriyê.