Print this page

DAİŞê li gundekî Girê Spî komkujî!

Rojava News: Çekdarên DAIŞ’ê piştî ku êrîşî Girê Spî kirin li gundê Hemam Tukmenî komkujiyek pêk anîne.

Çekdarên DAIŞ’ê di 26’ê sibatê de bi piştgiriya dewleta Tirk êrîşî gundê Hemam Tukmen ê girêdayî bajarê Girê Spî kirin.

Hemam Tukmenê dikeve rojhilatê bajarê Girê Spî.

Li gorî agahiyên destpêkê ji gundê  Hemam nêzî 20 hemwelatiyên sivîl hatin kuştin, piştre hatine şewitandin, ji wan 3 kes ji malbata Hemûd Xelef a Ereb in.