Print this page

Tirkiyê : Em ne li dijî Kurdên Sûriyê ne

5:36:27 PM

RojavaNews: Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Nehman Qortolmûş ragihand , ku welatê wî  bi tena xwe destêwerdanekê  di Sûriyê de nake , û di heman demê de ew zehmetiyan dibînin, ji ber sînorê herdu welatan bi heve ye.

Herwiha Qortolmûş  got  ji mafê Tirkiyê ye, bersiva aliyên ji derve wê armanc dike bide , û xwest ku welatê wî neçar nebe û bi tena xwe destêwerdanekê  di Sûriyê bikin.

Qortolmûş tekez kir , ku welatê wî ne li dijî Kurdên Sûriyê ye , û ew wek kurdên Iraqê ne û got,  me pêşwaziya 197 hezar  Kurdên Kobanê kir , û piştî çend rojan me di navbera 70-75 hezar êzîdî ji Iraqê hewandin.

Afiya Hacî