Rojava News: De Mistura: Piştî 6 rojan ji ragihandina agirbestê dîsa li gelek parêzgehên Sûriyeyê şer heye.
Nûnerê Netewên Yekbûyî yê Taybet bi Sûriyeyê Staffan De Mistura da xuyakirin ku piştî 6 rojan ji agirbesta li Sûriyeyê hê jî li Şam, Humis, Laziqiyê û Hemayê şer heye.
Di heman demê de Serokomarê Fransayê Francois Hollande û Serokwezîrê Brîtanyayê David Cameron bang li hikûmeta Sûriye û Rûsyayê kirin ku şerê li dijî hêzên opozîsyonê bidin sekinandin.
De Mistura diyar kir ku ew bi Amerîka û Rûsyayê re ji bo çavdêriya agirbesta li Sûriyeyê xebatan didin meşandin.
09:21:04