Print this page

Erdogan banga avakirina bajarekî ji bo penaberên Sûriyê dike

4:55:29 PM

RojavaNews: Careke din Serokomarê Tirkiyê Receb Teyb  Erdogan banga avakirina bajarekî ji bo penaberan li bakurê Sûriyê dike , û  dibêje çareserî li Sûriyê ew e ku Bajarekî ji penaberan  re li bakurê Sûriyê li nêzîkî sînorê bi Tirkiyê re û bi alîkariya civaka Navdewletî ,were avakirin .

Herwiha Erdogan got , ku ew bi Serokê  Amerîka Barak Obama re hemahingî kiriye , lê ta niha nexuya ye kengî ev piroje wê bi cih bibe .

Erdogan ragihand , ku Tirkiyê amade ye ku 2.7 milyon penaberên Sûrî qebûl bike , lê divê ew herêm parastî be .