Rojava News: Rewangeha Sûriyê bo Mafê Mirov ragehand ku wan ji destpêka ragehandina agirbestê li Sûriyê wan kuştina 135 kesan li navçeyên agirbestê dêkomênit kirine.
Rewangeha Sûriyê bo Mafê Mirov ragehand: “Di nav ziyanên canî de, 45 çekdarên girûpên çekdar, 32 welatiyên sivîl ji wan 7 zarok, 7 jin, 25 leşkerên rêjîmê ligel 33 Şervanên Kurd û çekdarên Bereya Elnusra hatine kuştin.”
Li gorî rewangehê ev hejmar li wan deverên ku rêkeftina agirbestê wan lixwe digre, lêbelê li deverên din ên ku agirbest lê nîne 552 kes hatine kuştin.
Rewangeha Sûriyê zêdetir zaniyariyan eşkere dike û ragehandiye: “Kuştî bi vî rengî ne: 18 çekdarên Bereya Şoregerên Sûriyê, 6 Çekdarên Girûpên Islamî, 58 welatiyên sivîl ji wan 15 zarok û 4 jin, 23 kes li ser destê DAIŞê hatine kuştin, 89 leşkerên rêjîmê, 58 Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokrat, 282 çekdarên DAIŞê û 20 welatiyên ku berî niha birîndarbûn.”
11:10:39 AM