Print this page

2 welatiyên sûrî li Sînorê Tirkiyê hatin kuştin

Rojava News: Rewangeha Sûrî ya mafên mirovan ragihand ku duh dema ku hejmarek welatî li nêzîkî Îdilbê û Laziqiyê hewl didan derbasî Tirkiyê bibin, cendirmeyên Tirkiyê yên sînorî ew gulebarankirin û di encam de kuştî û birîndar hene.

Rewangehê herweha ragihand di encama wê yekê de bi kêmanî 2 kes jiyana xwe jidest dan , herweha 10 kesên din jî birîndar bûn. 

herweha rewangehê ser zarê çalkvanan got:" li xalake din ya sînorî 8 welatiyên din bi heman şêweyê hatin kuştin".

Tê zanîn ku hikumeta Tirkiyê berdewam welatiyan li ser sînorî xwe bi Sûriyê re armanc dikin.