Rojava News: Serokê nû yê Hevpeymaniya Dijbereya Sûriyê Enes El-Ebade ragihand, ew hemû projeyên federalîzmê li Sûriyê red dikin.
Serokê Hevpeymaniya Dijbereya Sûriyê (ku bi Îtilaf tê naskirin) Enes El-Ebade di daxuyaniyekê de ragihand, ku ew projeyên federalîzm û parçekirinê li Sûriyê qebûl nakin û got ku divê Sûriye welatekî yekgirtî bimîne.
Derbarê danûstandinên Jenêvê de jî, El-Ebade anî ziman ku Dijbere li ser helwesta xwe rijd e û heta desthilata Sûriyê dorpêçê li ser bajaran nerake û girtiyan bernede, ew naçin Jenêvê.
Enes El-Ebde duh di civîneke Îtilafê de li bajarê Stenbol ê Tirkiyê posta serokê Îtilafê li şûna Xalid Xoce wergirt.
Endamê Polîtboruya PDKSê Ebdulhekîm Beşar ligel her yek ji Semîre Mesalime û Muefeq Nêrebiyê weke cîgirên serokê Îtilafê hatin hilbijartin.
Herwiha 19 endamên Desteya Siyasî ya Îtilafê jî hatin hilbijartin ku 2 Kurd jî têde cih digrin.