Print this page

Amerîka hêza xwe li Sûriyê zêde dike!

Rojava News: Fermandeyê  Serkirdayetiya Navendî ya Artêşa Amerîka Liwîd Osten behsa wê yekê dike ku wî çwnd pêşniyarî pêşkêş kirine jibo zêdekirina hêza Amerîka li Sûriyê bi mebesta rizgar kirina bajarê Reqa ji destên çekdarên DAİŞê.

 

Naborî li pêşiya komîteya karûbarên serbazî ya Kongirês got: “Zêdekirina hejmara hêza me li ser zemînê, asta şiyanên me jibo danheva zaniyariyan li ser erdê bêhtir dike, di heman demê de, em dikarin alîkarî û şêwirê jî pêşkêş bikin.”

 

Osten ne amade bû hurgiliyan derbarê hejmara hêza Amerîka Li Sûriyê bide û got: “Di demek nêzîk de wê pêşniyarên min jibo fermandeyên leşkerî werin pêşkêş kirin û em dê cavliriya bersiva wan bim.”