Print this page

Nûnerê Neteweyên Hevgirtî: Divê federalîzm jî were nirxandin!

Rojava News: Nûnerê Taybet yê Neteweyên Hevgirtî Staffan de Mistura got, “Di hevdîtinên 14ê Adarê de ji bo Suriyê alternatîfa federalîzmê jî divê were axaftin.”

De Mîstura wiha axivî, “Xelkê Suriyê naxwaze ku Suriye parçe bibe lê di hevdîtinan de divê miheqeq federalîzm were nirxandin.” 

Dîplomatekî Konseya Ewlehiya Neteweyên Hevgirtî jî destnîşan kir ku gelek welatên Ewrûpî ji bo Suriyê federalîzmê nîqaş dikin. Li gorî vî dîplomatî, van welatan ev daxwaziya xwe ji De Mîstura re jî gotine.

Serokê Komîteya Bilind a Mizakerê Riyad Hîcab gotiye em jî dixwazin ku rayeyên navendê li herêman bê kêmkirin lê federalîzmê an jî rê û rêbazên mîna federalîzmê em qebûl nakin.

12:46:12