Rojava News: Li gorî zaniyariyên ragehandinê, çekdarên DAIŞê 175 karkirên Kargeha Çiminto ya Gundewarê Şamê gulebaran kirin, di dema ku Artêşa Rêjîma Sûriyê belavbûna ti daxuyaniyan derbarê kuştina wan karkeran de red kir.
Îro 8 Nîsanê, Ajansa Sana ya Hikûmeta Sûriyê ragehand: “Artêşa sûriyê ti daxuyanî derbarê kuştina hejmarek ji karkirên Kargeha Çimnto belav nekirye, ew karkirên ku di vê heftiyê de ji aliyê çekdarên DAIŞê hatibûn revandin.”
Lêbelê Ajansa Reuters ragehand: “ÇAvkaniyên leşkerî yên Sûriyê, eşkere kirine ku çekdarên DAIŞê 175 ji wan karkirina gulebaran kirine.”
Herwiha Ajansa Spotînk ji zimanê çavkaniyekê pêbawer ragehandiye: “Ev komkujiya ku DAIŞê kiriye di roja 6 Nisanê de, di dema ku êrîş birine ser ser wê kargehê.”
Berî niha Hikûmeta Şamê ragehandibû ku hemû pêwendî bi 300 karkirên Kargeha Çiminto qutbûne.