Print this page

DAIŞê ji karkerên ku revandibûn 170 kes serbest berdan!

 

12:19:19

Rojava News: Rêxistina terorîst a DAIŞê ji 250 karkerên ku ji febriqeya çîmento ya bajarokê Dumeyra Şamê revandibûn 170 jê serbest berdan.

Li gorî nûçeya AFPê ku spartibû şêniyên herêmê û ragihandibû ku 250 kes ji terefê rêxistinê ve ji febriqeya çîmentoyê revandibûn û piştî vê agahiyê hikumeta Sûriyeyê jî revandina karkeran serast kiribû.

Her wiha ajansa Reutersê di nava rojê de gotibû DAIŞê ji wan karkeran 175 kuştin, lê paşî ev nûçeya xwe vekişand. 140 karker ji destê DAIŞê reviyan û yên mayîn jî bi navbeynkariya serokê eşîrên ereb ên herêmê 170 karkerên din jî serbest hatin berdan.

Li gorî ajansa nûçeya ya Amaqê ku nêzî DAIŞê ye ragihand ku nêzî 300 karkerî serbest hatin berdan, lê di nava wan de 4 kesên ku li ser mezhebe durzî bûn hatin kuştin.