Print this page

Hêzên rejîmê dixwazin Heleb kontrol bikin!

10:09:29

 

Rojava News: Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Walid al-Moallem eşkere kir ku hêzên rejîmê bi alîkariya balafirên şer ên Rûsî amadekariya kontrolkirina Helebê dike.

Di civîneke bi şandeya meclîsa Dûma ya Rûsî re ku îro li Şamê hat lidarxistin de, Wezîrê Karê Derve yê Sûriyeyê Walid al-Moallem got ku “Tevî hevkarên xwe yên Rûsî, em amadekariyên rizgarkirina Helebê dikin”.

El-Moallem da zanîn ku kontrolkirina Helebê dê riya kontrolkirina Dêrazorê li pêşiya hêzên wan veke.