Print this page

De Mistura û Moalim li hev dicivin!

11:54:44

 

Rojava News: Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Teybet bi Sûriyeyê Setefan De Mistura bi Wezîrê Karê Derva yê Sûriyeyê Welîd El-Moalim re dicive.

Li gorî acendeya De Mistura, beriya destpêkirina gera duyemîn a civîna Cinêvê ku di 13’yê Nîsanê de destpê bike, wê serdana Şam û Tehranê jî  bike.

Li gorî nûçeya ajansa AFP`ê, De Mistura duh bi şev ji Beyrodê derbasî  Şamê bû.

Nûnerê Netewên Yekbûyî yê Sûriyeyê beriya niha ragihandibû ku dê di 13`ê Nîsanê de dest bi civînên Cinêvê bikin. Tê payîn ku di 11`ê Nîsanê de ango îro şandeyên beşdar berê xwe bidin Cinêvê, lê şandeya rêjîmê dê di 14 an jî 15`ê Nîsanê de bighêjin Cinêvê û tevlî gotubêjan bibin.