Print this page

Helikopterek Rûsî li Sûriyeyê kete xwarê!

12:01:21

 

Rojava News: Wezareta Parastinê ya Rûsiyeyê ragihand ku helicopterek wan a şer li Sûriyeyê ket û herdu pîlotên wê jî mirine.

Wezareta Parastinê ya Rûsiyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku helikopterek wan a cûreya “Mi-28″ ji ber pirsgirêkek teknîkî li nêzî Himisê ketiye û herdu pîlotên wê jî jiyana xwe ji dest dane.

Wezaretê da zanîn ku wan cenazeyên herdu pîlotan gihandin baregeha Himeyim a Sûriyeyê, lê sedema ketina frokeyê hêşta nayê zanîn.