12:09:12
Rojava News: Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Mark Toner got ku hilbijartinên parlemetoya Sûriyeyê ne qanûnî ne.
Derbarê helwesta Amerîkayê Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê Mark Toner daxuyaniyek belav kir tê de wiha got:"Niha li Cenêvê danûstandin derbarê qunexa veguheztinê li Sûriyê têne kirin, ew yeke jî di nerîna Amerîkayê de çareseriya bingehîne bo kirîza wî welatî."
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Mark Toner derbarê hilbijartinên parlementoya Sûriyeyê ku dê siba ango 13’ê Nîsanê de pêk bên lidarxistin di civîneke çapemeniyê de axivî û got: “Em van hilbijartinan ne qanûnî dihesibînin. Ew gelê Sûriyeyê temsîl nakin”