Print this page

Tirkiyê bingihên DAIŞê li Sûriyê topbaran dike

3:24:00 PM

RojavaNews: Serok Wezîrê Tirkiyê Ehmed Davûd Oglo got , ku artêşa Tirkiyê îro Sêşemê pêgihên DAIŞê li bakurê Sûriyê topbaran kir ,wek bersivekî li ser topbarana DAIŞê ji bajarê Kilisê re.

Herwiha du top ji aliyê Sûriyê ve li bajarê Kilisê ketin û di encamde 8 welatî birîndar bûn.

Tê zanîn ku Herêma di navbera Tirkiyê û Sûriyê de , di bin kontirola rêxistina DAIŞê de ye.